KAYIP DÜŞ KITASI
Nevruz Seyidoğlu |
Sercan Gökay Celep / Kayıp Kıta |
Delil Tarım / Çirokamın |
İnsanın elde ettiği deneyim, duygu ve düşünceleri diğer insanlara aktararak paylaşması en eski eğitim ve öğretim yollarından biridir. Bu şekilde insanların başkalarının tecrübelerini dinleyerek kendi hayat tecrübesiyle birleştirmesi yoluyla onları ve ifade ettikleri bilgileri biriktirmesi şeklinde süregelmiştir. Yazının icadına kadar sadece bellek yoluyla ezberlenip öğrenilerek başkalarına aktarılmasıyla yapılabilmiştir. Bu amaçla destan, efsane ve masallar sözlü edebiyat açısından önemli bir yere sahiptir.
Geçmişe bakıldığında ise masal türü ürünlere sahip olmayan tek bir toplum yoktur. İnsanlık tarihinin erken dönemlerinde mitler, efsaneler ve epik destanlar sözlü kültürün önemli bir parçası olarak günümüze kadar varlığını çeşitli türlerde sürdürmüştür.
DALL - E / Yiğithan Sert / Ateş Başındakiler I |
Umut Kambak / Üfle Be Güzel Çocuk |
HEBÛ TUNEBÛ
Dixwest ku hemû ronahiyan bi ser xwe de bitemirîne, bikeve singê taritiyekê û tê de bifetise, derî û şibakeyan qufil bike da ku êdî çavên wî bi tu kesî nekeve û bila her sibehê bêwate ranebe û bi hemû qelebalixiyê re wek kêzikên ku li pariyekî xwarin digerin li valî û li walî neçe û neyê. Nedixwest ku êdî li kêleka wan kesên ji lekê rûnê û hetanî ku roj dibihure bi ser xwe de biponije û kesên li kêleka xwe hima di wê demê de ji bîr bike, wan di nav bêdengiyekê de bihêle û xwe jî bi wan re wenda bike. Heke bibe jî hima dixwest xwe bi xwe, xwe ji bîr bike.
Lê dikir û nedikir nebû. Bi saetan bû li hemberê van tiştan di qalikê ku jê re digotin mal de şer dikir. Şer dikir lê nepêkanbû ku xwe ji wan xilas bikira. Wî jî baş dizanibû ku bi xwe jî sedema van hemû encaman e. Wî jî baş dizanibû ku keda wî jî di avakirina van hemû nexweşiyan de heye. Wî jî baş dizanibû ku bi xwe jî yek ji wan kesên ji lek e û bi xwe jî her tiştî ji bîr dike û pê re jî wenda dibe. Wî jî baş dizanibû ku hetanî xwe ji xwe xilas neke, nikare xwe ji gerava ku tê de dixeniqe xilas bike.
Ji bona ku xwe ji êrişên wan pirsên di serê wî de dilipitin biparêze di taritiya odeyê de xwe li lihêfê aland û bîhna xwe girt. Heta tê de hebû desteseriyê da bêdengiyê. Piştê cend çirkeyan pirsekî vê bêdengiyê ji xwe re kir fersend û di valahiya devê wî de olan da. Gelo cihekê wisa heye ku mirov xwe li vir bihêle û biçe wir?
Êdî bixwesta jî nikaribû pêşî li pirsan bigirta. Kîjanê çav da pirsa yekem, xwe avêt derve. Yek bi yek di devê wî de li bersivan geriyan. Xwest ku bibe zarok û ji her tiştî azad bibe. Xwest ku bikeve malzaroka dayika xwe û tenê dengê wê bibîhîze. Li ber stran û çîrokên wê aş bibe û di xew re biçe. Bi van daxwazıyên xwe ve wek pitikan tiliyên xwe xist devê xwe û herdû lingên xwe kişand ber navika xwe. Stranên berê got da ku çav lê werin girtin lê nebû. Çîrokan anî hişê xwe da ku ev dengên di serê wî de ji wan bitirsin û dev ji wî berdin lê nebû. Tiştekî kêm digot lê çi? Tevî ku berê dibû. Baş tê bîra wî; dema ku dayika wî vedigot, hemû deng di cîhê xwe de diqerisîn. Çirtin bi tu kesî û bi tu tiştî nediket. Bi saetan ve her tişt li dayika wî diketin guhtariyan, bi şev û bi roj bi sebir li tenişta peyvên wê disekinîn. Çend caran dîsa xwe lê ceriband. Lê ne çîrok baş li hevdû hatin hunandin ne jî wan dengan sekinîn. Rêbaza dayîka xwe anî bîra xwe da ku her tiştî bêkêmasî bike. Li ser sekna dayika xwe fikirî, li dest û piyên wê mêze kir. Ne di rêbaziya dayîka xwe de balkêşiyek û ne jî di destên wê de darekî ji sêrê dît. Bê hemdê xwe qêriya û got "Ma tu li ku yî? De were hewara min!" Ji nişka ve te digot qey dinya gera xwe da sekandin û di cîhê xwe de sekinî. Ronahiyekî li her derê odeyê belav û hemû tarîtiyê têk bir. Ji ber şewqê çav çavan nedîdît. Di wê neqlê de fenanî ku yek wî temaşe dike giraniyek ket ser. Hinek sekinî. Dît ku ew his ji ser wî naçe, bi awayekî çavgirtî serê xwe ji binê lihêfê derxist û got “Kî li wir e?” Ji nav ronahiyê dengê jinekî hat. Got "Ez im ez. Netirse." Bi deng re ronahî kêm bû û xwe di astekî kêm de girt.
-Tu kî yî?
-Te gazî min kir û ez jî hatim.
-Min gazî kesî nekir. Tu di mala min de li çi digerî? Tu çawa ketî hindir?
-Ez li her derê dikarim bigerim û dikarim bikevim her derê. Bes ku yek gazî min bike.
-Çawa?
-Were nêz, tu yê bi xwe fêm bikî.
Bi gazîkirinê re ji nav nivînan derket û ber bi wê ve çû. Bala xwe dayê ku fîstanê wê ji serî hetanî binî nexş nexşiye. Bi kelecanî destên xwe li ser fîstên gerand û ji nêzîk te li nexşan mêze kir. Hemû jî hatin bîra wî. Her nexşek aîdê çîrokekî dayîka wî bûn. Gur û Rovî, xwîşk û heft birayên xwe, Keça sêwî û çêleka sor, çivîk û qît, kêzxatûn...
Çiqas yeka nu didît ewqas nexş lê zêde dibûn. Mirov digot qey gazî hevdû dikin da ku bi wî re bilîzin. Xwediyê deng got “Te min nas kir?”
-Erê tu çîrokbêj î. Dayika min gelek qala te dikir. Min jî qasek berê xwe ceriband lê nebû. Te digot qey peyv di hevokên min de naxwazin ku li hevdû bên hûnandin. Min kir û nekir çîrok li zimanê min neadilîn.
-Ew ne sûcê peyv û hevokan e. Divê tu di wê karê de bikêr bî. Ji wê re ostatiyek lazim e. Her kes nikare wan peyvan li gor dilê xwe biaco. Ên nîvco ne ew in, tu yî.
Bi vê bersivê re hinek sekinî. Li ser rewşa xwe fikirî. Dilê wî bi wî şewitî. Got "Te çima me ji bîr kir? Te çima hîşt ku em awqas bê xwedî mezin bibin? Tu çima êdî nehatî malên me û te di wan şevên dirêj de ji me re çîrokan negot?"
-Na, min ti carî we ji bîr nekir. Ez her tim li cîhê xwe bûm. Lê we hemû deriyan bi ser min de girt û dev ji min berda. Tiştên nû, zêdetir bala we kişandin û we çîrokên min ji bîr kirin.
Li ser van gotinan tiştekî negot. Ji gazinên xwe şerm kir. Li ser xwe û kirinên xwe fikirî. Maftar bû, wan wê ji bîr kiribû. Wan deriyê dilê xwe bi kilîtekî zengarî ve girtibûn. Wan kokên xwe ji wê axê qetandibûn û xwe li ser erdên hişk çilmisandibûn.
Nuşen Özün / Di navbera Dîcle û Firatê de / *Dicle ve Fırat Arasında |
Xwediyê deng dît ku waye ew dîsa dikeve wê geravê, destên xwe di serî da. Got "Xem nake. Bes ku tu bizanibî gazî min bikî. Çawa dibe bila bibe ez xwe digîhînim te."
Hinekî sekinî û gava ku çîrokekî hat bîra wê berdewam kir.
-Çîroka Siyabend û Xecê tê bîra te?
-Erê.
-Tu dizanî çima ew buyer hat serê Siyabendî?
-Na.
-Xwedê wê çiyayê xelatê xezalan kiribû. Lewma jê re dibêjin Sîpanê Xelatê. Diviya tu kes li wê derê nêçirê nekira. Ka were bikeve nav nivînên xwe, ez ji serî de ji te re vebêjim.
Sibetirê gava ku hîşyar bû, his kir ku ji xeman sivik bûye. Li ser şevê fikirî lê bi tenê ev gotin hat bîra wî.
-Car caran rihmet li dê û bavê guhtaran. Hebû tunebû...
Xwe bi xwe got "Erê Mîrze Mihemedo erê! Dev ji xewnan û ji çîrokan berde û rêya xwe berdewam bike. Tu yê li pişta teyrekî sîwayar bibî û ji heft tebekên binê erdê derkevî jorê. Tu yê di her tebekê de parçeyek ji cegera xwe biavê jî devê wî." Dema derket rê û parçeya sêyemîn jî avêt devê teyrî, hê jî ew gotin di bîra wî de bû "Hebû tunebû." Ji jor de li jêrê mêze kir û got "Ma em jî ne çîrok in? Em jî îro henin sibê tunenin.” û bi cegera xwe re tebeka heftan jî qedand.
Roger Sozdar
Annemin Hikayelerinden Gurê Manco / Niha ez çi me? Kî me? Şimdi ben neyim? Kimim? Hogir Ar |
BİR VARMIŞ BİR YOKMUŞ
Tüm aydınlıkları üzerine kapatmayı, karanlığın koynuna girip kendini orada boğmayı, tüm kapı ve pencereleri kapatıp hiç kimseyi görmemeyi ve her sabah uyanıp kırıntı peşinde dolaşan böcekler gibi kalabalığa karışıp bir o yana bir bu yana gitmemeyi istiyordu. Artık o naylondan kişilerin yanına oturup gün ağarıncaya dek düşüncelere dalıp orada o anda yanındakileri unutmak istemiyordu. Onları sessizliğin içinde bırakıp kaybetmeyi istemiyordu. Şayet olacaksada kendi kendini unutmayı istiyordu.
Ama ne yapıp ettiyse de olmuyordu. Saatlerdir ev dedikleri kabuğun içinde bu şeylerle savaşıyordu. Savaşıyordu ama onlardan kurtulması imkansızdı. Tüm bu sonuçların nedeni kendisinde olduğunu çok iyi biliyordu. Tüm bu iyi olmayan şeylerin içinde kendi emeğinin de olduğunu çok iyi biliyordu. Kendisinin de o naylondan kişilerden biri olduğunu ve kendisinin de her şeyi unutup onlarla kaybolduğunu o da çok iyi biliyordu. O da çok iyi biliyordu ki kendisini kendinden kurtarmadığı sürece içinde boğulduğu şu girdaptan kurtulamayacağını.
Kendisini başında kıpırdanan sorulardan korumak için odanın karanlığında yorgana sarılıp nefesini tuttu. Elinden geldiğince egemenliği sessizliğe verdi. Bir kaç saniye sonra bu sessizliği kendisi için fırsata çeviren bir soru ağzının boşluğunda yankılandı. Acaba öyle bir yer var mı ki insan kendisini burada bırakıp oraya gitsin?
Artık isteseydi de soruların önünü tutamazdı. Hangisi ilk soruya özendi ise kendisini dışarıya attı. Birer birer ağzının içinde cevaplarını aradılar. Çocuk olup her şeyden kurtulmak istedi. Annesinin rahmine girip sadece onun sesini duymak istedi. Türkü ve öykülerinin eşliğinde uykuya dalmak istedi. Bu istekleriyle beraber bir bebek gibi parmağını ağzına sokup ayaklarını göbeğine doğru çekti. Gözleri kapansın diye eski türküleri söyledi ama olmadı. Öyküleri anımsadı ki kafasındaki sesler korkup ondan uzaklaşsın ama olmadı. Bir şeyi eksik söylüyordu ama neyi? Oysaki eskiden oluyordu. Çok iyi hatırlıyordu: annesi anlatmaya başladığında tüm sesler yerinde donuyordu. Hiç kimseden ve hiç bir şeyden çıt çıkmıyordu. Her şey saatlerce annesini dinliyordu ve sabah akşam demeden sabırla sözlerinin dibine oturuyorlardı. Bir kaç sefer daha kendini denedi. Ama ne öyküler birbirine tam örüldü nede o sesler durdu. Her şeyi eksiksiz yapmak için annesinin yöntemini hatırlamaya çalıştı. Annesini duruşu üzerine düşündü, ellerine baktı. Ne annesinin yönteminde bir ilginçlik buldu ne de ellerine sihirli bir değnek gördü. İstemsizce “Neredesin sen! Yardımıma gelsene!” diye bağırdı. Aniden dünya yerinde donmuş ve dönüşünü durdurmuş gibi oldu. Odanın her yerine bir aydınlık dağılıp karanlığı yok etti. Işıktan dolayı göz gözü görmüyordu. O anda, sanki biri onu izliyormuş gibi üzerine bir ağırlık çöktü. Biraz durdu. Baktı ki o his üzerinden gitmiyor, gözü kapalı bir şekilde yorganın altından çıkıp “Kim var orada?” dedi. Aydınlığın içinden bir kadın sesi geldi ve “Benim ben, korkma!” diye cevap verdi. Sesi ile beraber aydınlık biraz azalıp azami bir seviyede durdu.
-Sen kimsin?
-Sen beni çağırdın ve ben de geldim.
-Ben kimseyi çağırmadım. Evimde ne arıyorsun? Nasıl içeriye girdin?
-Ben her yerde dolaşabilir ve istediğim her yere girebilirim. Yeterki biri beni çağırsın.
-Nasıl?
-Yakına gel, kendin anlarsın.
Çağrıyla beraber yatağından çıkıp ona doğru gitti. Kadının üzerindeki elbisenin baştan aşağıya doğru motifli olduğunu gördü. Heyecanla ellerini elbisenin üzerinde gezdirip motiflere daha yakından baktı. Hepsini de hatırladı. Her bir motif annesinin bir öyküsüne aitti. Kurt ve tilki, kız kardeş ve yedi erkek kardeşi, yetim kız ve kırmızı inek, diken ve kuş, böcek hanım…
Birbirlerini çağırıp onunla oyun oynamak istercesine o yeni bir motif gördükçe yenisi ortaya çıkıyordu. Sesin sahibi “Beni tanıdın mı?” dedi.
-Evet, sen öykü anlatıcısısın. Annem senden çok söz ederdi. Bende az evvel kendimi denedim ama olmadı. Sanki sözler cümlelerimde birbirlerine örülmek istemiyordu. Ne yaptımsa da öyküler dilime oturmadı.
-Bu kelimelerin ve cümlelerin suçu değil. O işte yetenekli olman gerekiyor. Onda ustalık lazım. Herkes istediği gibi o sözleri süremez. Eksik olan onlar değil, sensin.
Bu cevaptan dolayı biraz sustu. Kendi durumu üzerine düşündü. Kendine acıdı. “Neden bizi unuttun? Neden bu kadar sahipsiz büyümemize izin verdin? Neden artık evlerimize gelip o uzun gecelerde bize masallar anlatmadın?” diye sorular sordu.
-Hayır ben asla sizi unutmadım. Ben her zaman yerimdeydim. Ama siz tüm kapıları üzerime kapatıp benden vazgeçtiniz. Yeni şeyler daha çok dikkatinizi çekti ve siz öykülerimi unuttunuz.
Yine sustu ve hiç bir şey demedi. Sitemlerinden utandı. Kendini ve yaptıklarını düşündü. Haklıydı, onlar onu unutmuştu. Onlar kalplerinin kapılarını paslı bir kilit ile kapatmıştı. Onlar köklerini o topraktan koparıp kendilerini sert bir zeminde soldurmuştu.
Sesin sahibi onun yine o girdaba çekildiğini görünce saçlarını okşayarak”Sorun değil. Yeterki sen beni çağırmasını bil. Nasıl olursa olsun, ben sana yetişirim.” dedi.
Biraz durdu. Bir öyküyü hatırlayınca devam etti,
-Xece ile Siyabend’in öyküsünü hatırlıyor musun?
-Evet.
-O olayın neden Siyabend’in başına geldiğini biliyor musun?
-Hayır.
-Tanrı o dağı ceylanlara hediye etmişti. Ondandır ona Hediyelik Sipan(Sîpanê Xelatê) diyorlar. Hiç kimsenin orada avlanmaması gerekiyordu. Gel yatağına geç. Sana baştan anlatayım.
Ertesi gün uyandığından sıkıntıdan kurtulduğunu hissetti. Gecenin üzerine dişindi ama sadece aklına şu sözler geldi:
-Bir varmış bir yokmuş. Evvel zaman içinde…
Kendi kendine söylenerek “Evet Mirza Muhammed(Muhammed Prens) evet. Hayallerden ve öykülerden vazgeçip yoluna devam et. Sen bir kartalın sırtına binip yedi kat yerin altından güne çıkacaksın. Sen her katta kartalın ağzına ciğerinden bir parça atacaksın.” dedi. Yola çıkıp kartalın ağzına ciğerinden üçüncü parçayı attığında hala o söz aklındaydı “Bir Varmış Bir Yokmuş.” Yukarıdan aşağıya bakarak “Biz de birer masal değil miyiz? Biz de bugün varız yarın yokuz.” deyip ciğeriyle beraber yedinci kıtada bitirdi.
Roger Sozdar
Yorumlar
Yorum Gönder